QEDERA SERSERÎ | Xizan Şîlan
QEDERA SERSERÎ
pênûs
di êşa rondikên awiran de
helbesta kezebşewitî
dinivîse
wêneyên bîranînan
di albûma qalpaxên çavan de
dilop dilop ziqim û mitikê
vedirişin
kul û derd
keser û nalîn
bûn rawestgehên temenê wêran
ewrên xemgîn
xwe dagirtine ser bafiroka
rûyê demên min
bêdengiya pêlên bayê mirinê
qeraxên gola hestên şîrîn
kuncirandin
çeqelên serdema xopan
hêvî û xeyalên rengîn
ji baxê kêf û seyranên min
dizîn
şadiya bêhna gulên biharê
li nav taristana lîtavên genî
xeniqî
bextewarî
di quncikê şevên xewle de
herimî
wêrekî
di xezeba tofana teyrokan de
qurifî
tûrikê jiyana bûdele û serserî
bi teşqeleyan
hatiye dapisandin
rûmet û hurmet
xoşewîstî û dilovanî
neqişên keskesora exlaqê min in
ez
bi saya arifbûna giyanê hejar
boxçeya tirî ya dilê xwe
ji her kesî re
vedikim
bi pêpelokên xweşbîniyê
ber bi asta fezîletê ve
hildikişim
li rêwitiya çolbeyaran
bi derwêşan re
cil û bergên sebirê
li bedena derûniya tazî
dipêçim
min
qêrîna demsalên xemkêş
bi şeraba xumrî
meyand
bi pembûya spî
xemiland
li ser hêlekana berfa cemidî
hejand û kire xewê
Xizan Şîlan
2009-08-15
Stockholm
Tags:
WELAT
Azadîxwazim - Cegerxwîn
Tîp û lekên kurd ketin zinaran
Li hawîr bumba bû gullebaran
Êrîş dibin der komên neyaran
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Şev ta sipîdê me nîne qet xew
Cihan li ber me dibîte rew - rew
Nêrkew nexwenî, çi bêî mêkew ?
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
Bavê te çû şer, şêre li meydan
Êrîş dibin ser...